QELIBÎNÊ LI KAMYARANÊ 5 KUŞTÎ XISTIN

19:31 - 30 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Seva qelibîna Maşînê li rêyên Kamyaranê 5 kesan Jiyana xwe ji dest dan.

Pêka rapora Kurdpa, ser Êvarî a Duh Demhijmêr 5’an, di encama qelibîna Tirêliyek barhilgir tevî Siwariyekî de, 5 kesan Jiyan ji dest dan.

3 kes ji wan kuştiyan bi navên “Mensûr, Enwer û Emîn Kobîk” kurên Mihemed Seîd in.

2 kesên di jî bi navên “Efşar kemnager”kurê Behmen, û “Umer Kobîk” in.

Ev welatî gişt xelkên gundê “Dizûnda Sufla” ji Serw Abad a Merîwana Parêzgeha Sineyê bûne.

Li gor akinciyên wê herêmê, sala bihorî çend kesên din ji Malbata her 3 birayên Kobîk di encama qelibînek maşînan de jiyana wan bi dawî hatibû.

Rapora Kurdpa bahsa viya dide holê ku ev Sê welatî xwediyê Jin û Zarokan in û di dema zivriyan ji ser kar li Kirmaşanê maşana wan qelibiye.

Sala bihorî li Parêzgeha Kirmaşanê 438 kesan Jiyana xwe seva bûyerên hatin û çoyînê ji dest dane.

Ewhe saziya rêyan û venûjenandina rêyên sereke, sedema xisarên caniye zaf e.