Qedera sê welatiyan piştî binçavkirina wan nexuya ye

18:20 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2021

Sê welatiyên Kurd yên bi navên “Aram Muradiyan”, kurê Osman , “Emîr Rizayî”, kurê Cemîl û “Areş Ehmedî’ kurê Nasir, xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi devera Jawero ya ser bi bajarê Sineyê piştî derbasbûna nêzî 2 meh ji binçavkirina wan, herwisa di girtîgehê de ne û qedera wan nerohn e.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, heya niha çavkaniyên qezayî û ewlehî digel azadiya demkî ya wan sê welatiyan dijayetî kirine û hêzên ewlehî ji bo wergirtina îtirafa bizorê û hevkarî digel navendin ewlehî, ew xistine di bin givaşan de.

Herwisa wê çavkaniyê rahihandiye: “Ew sê welatiyane di dema binçavkirinê de çend car pêwendiyên kurt ji rêya telefonê ve digel malbatên xwe girtine û ji destpêragihîştin bi parêzer û çavpêkevtin digel malbatên xwe hatine bêparkirin.”

Wê çavkaniya agehdar gotiye, ku ew sê welatiyane di girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê de hatîne ragirtin.

Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew sê welatiyane binçav kirine.

“Aram Muradiyan” û “Emîr Rizayî” meha Befranbara sala 1399an, bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne gazîkirin û lêpirsîn digel wean hatibû kirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan sê welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.