Qedera 5 welatiyên Kurd piştî binçavkirinê nexuya ye

18:41 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2021

Ji qedera 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Kawe Minberî, Şêrko Minberî, Peyam Minberî, Seyad Minberî û Mikayil Minberî”, ti zanyariyek di ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, tevî lipeykevtina malbata wan 5 welatiyan, hêzên ewlehî ji dana her core bersiveke rohn li derheq qedera wan 5 welatiyan xwe diparêzin û herwisa heya niha digel azadiya demkî a wan 5 welatiyan rizayetmendiya xwe der nebirîne.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Ew 5 welatiye di heyamê binçavkirina xwe de ji “destpêregihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbatên xwe”, bêpar in û tenê çendcara peywendiya kurt a telefonî digel malbatên xwe hebûne”.

Wê çavkaniyê ewa jî eşkere kir ku ew 5 welatiye ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê di bin lêpirsînê de ne.

Roja Pêncşemî 9`ê Banemer, “Kawe Minberî û Şêrko Minberî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştre roja Şemî 11`ê Banemer, “Peyam Minberî û Seyad Minberî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa roja Sêşemî 25`ê Cozerdanê, “Mikayil Minberî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew 5 kesane, xelkê gundê “Niyer” ser bi bajarê Sineyê ne û binçavkirina wan bi bê hebûna ti belgeyên yasayî bû ye.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 5 welatiyan de hatiye sepandin ti zaniyariyek li ber dest de nîne.