Qasim Rizayî: Piştevaniya ji kolberan derfetê bo çalakiya kesên berjewendîxwaz pêk tîne

21:56 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2017
Ajansa Kurdpa: Fermandê hêzên Întizamî ên hikûmeta Îslamiya Îranê kuştina 30 hesp û hêstirên kasibkarên Kurd li sînorê Pîranşarê ji aliyê hêzên sînorparêz ve piştrast kir.

Roja Duşemiyê 2`ê Gelawêjê Qasim Rezayî, fermandê hêza sînorparêz di axavtinekê de li bajarê Bûşehrê de ew nûçeya ragehand.

Lio gora gotina navbirî, 30 ser hesp û hêstir ku hilgirê kelûpelên qaçax wekî çek û çolan û kereste û alavên teqînê bûn, li bakûra rojava ya Îranê ji aliyê hêzên sînorparêz ve hatin dîtin, û dest bi ser de hate girtin.

Qasim Rezayî hinek ji berpirs rexne kirin ku bi gotina wî piştgiriya qaçaxa kelûpelan û kolbertan diki, û got: \" Ew kesên ku piştevaniya kolberan dikin, derfetê bo çalakiya kesên berjewendîxwaz dabîn dikin.

Fermandarê sînorparêzên hêza Întizamî di beşek ji axavtinên xwe de got: Zanyarî hene ku qaçaxçî çek û teqemeniyan li sînorê bakûra rojava de didin girûpên, ku em li pey wan in\".

Wî fermandeyî bas ji daxistina sînoran ji aliyê sînorparêzan ve kir. Şeva Înê 30`ê Pûşperê teqeya rasterast ya hêzên Întizamî li kasibkarên Kurd li navçeya Pîranşarê bû sedema kuştina 30 ser hespên kasibkaran.
Teqekirina hêzên Întizamî di demekê de ye ku kasibkar û kolberên Kurd tu tiştekî qaçax hilnagirin.

Li gora amarên Kurdpayê, di sala borî de, 154 kolber bi bûyerên teqekirinê, teqîna mayînan, sermayê, û …têne kuştin ya jî birîndar dibin.

Bi sedema nebûna binesaziya aborî û sermayedanîna hikûmetî di navçeyên kurdakincî ên Îranê de, hevwelatiyên Kurd bo dabînkirina bijêwa jiyana xwe, rû li kolberî û kasibiya ser sînor dikin û gellek caran jî berbirûyê mirinê dibin.

Karnas û mafperwer dîtingeha wan eva ye ku, her li gora yasaya bikarbirina çek û çolan, teqekirina li kolberan, binpêkirina yasyaê bixwe ye.

Pêştir Salih Nîkbext parêzerê Kurd, derheq bi kuştina kolberan û rewta bê encam a dosiyeyê got, hekî ew têbînî û maddeyên yasyaî berçav nehêne girtin, metoda kuştinê dibe kuştina bizanebûn, û dibe ku bikuj li gora yasyaê bê qesaskirin, ku hukmê wê bidarvekirin e.

Di heyama çend salên borî de, li gora gotina Mihemedsalih Nîkbext hemû mînakên kuştina kolberan, û kasibkaran, bi şibhi zanebûn, û ne bizanebûn hatine hesibandin.