Qaniîferd di pirtûka xwe de Îran qurbaniyê terorîzmê da zanîn

15:32 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Urfan Qaniîferd di nûtirîn pirtûka xwe de, behsa partiyên kurd ên opozisyona hikûmeta îslamî ya Îranê kiriye. Wî her wiha Îran wek qurbaniyê terorîzmê daye xuyandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa,“Lêkolînek li ser girûpên terorîzm ên qaşoyî Îranê” wateya berhema nû ya Urfan Qaniîferd bi zimanê Farsî ye. Wî di wê pirtûkê de behsa partiyên Kurd ên dijberî Îranê, nemaze Komele û Demokratê kiriye.

Di Pirtûka nû ya Urfan Qaniîferd de ku bi gotina wî bi naveroka dîrokî hatiye nivîsîn, bi alîkariya du aliyane ya partiyên dijberî Îranê li gel welatên wek Îsraîl AfrîqaTirkiye û Erebistana Siûdî hatiye îşare kirin.

Qaniîferd ku ji aliyê partiyên Kurd ên opozisyon ên hikûmeta îslamî ya Îranê ve wek berovajîkerê dîrokê( gor berjewendiyên hikûmeta Îranê) tê naskirin,bi nûçegihanên hundrîn ên wî welatî gotiye: “Min di wê pirtûkê de qala pêş û paş şoreşa gelên Îranê kiriye; heta min behsa vê yekê jî kiriye ku hin welat bi armanca dijberî kirin li gel Îranê, partiyên opozisyon ên wî welatî pir çek dikin û perwerdeya leşkerî nîşana wan didin.”

Navborî amaje bi vê yekê jî kiriye ku di şerê heşt sale yê Îranê û Îraqê de, wan partiyane bi alîkariya Sedam Husên şerê Îranê kirine, her wiha piştre jî alîkariyeke berfereh li gel Erebistan û Îsraîl jî hebûne.

Di berdevamiya nivîsa xwe de Qaniîferd diyarkiriye: Demokrat û komeleyê piştî rûxana Sedam û rejîma Bass jî pirojeya mafên mirovan girtine berxwe û berdewam dixwezin hikûmeta Îranê wek terorîzm bidin nîşandan, di demekê de ku di domdirêjiya dîrokê de Îran qurbaniyê destê terorîstan bûye.

Urfan Qaniîferd eva jî eşkere kiriye. Li halê hazir ew partiyên siyasî bi rêya konferans û kombûnan, dixwazin navçeyên sînorî ên Îranê aloz bikin.

Ew kesên dîroknas di pirtûka xwe de ji navendên peywendîdar yên Îranê daxwaz kiriye ku pêdiviyên ferawan bixin berdestê wî daku karibe zêdetir lêkolînê bike. Wî gotiye ew dixwaze bi derketin hember cudaxwazan, bihost bi bihost ji xaka Îranê biparêze.

Urfan Qaniîferd sala 1980`an li bajarê Sine hatiye dinê û bi dehan pirtûk û gotar tomar kirine. Ew berdewam di medya û rojnameyan de, dij bi partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê derketiye û ew bi cudahîxwaz tometbar kirine.

Ew nivîskarî bi wê berhema xwe xwestiye bibêje: Ez ser bi çi aliyekî siyasî nînim û tenê dixwazim rastiyan bînim ziman.

Berovajî wê yekê, çalakvanên siyasî yên Kurd, beşek ji endamên Kurd ên opozisyona Îranê û Elî Evnî endamê birêveberiya PDK Îraqê, di bersiv dan bi gotinên Urfan Qaniîferd di bernameyeke televizyonî a TÎŞK tv de, Qaniîferd wek kesekî “Nîştiman firoş” û caş hatiye binav kirin. Her wiha ew wel kesekî berovajîkerê dîrokê û nokerê wezaretya Îstixbarat (Îtilaat) a Îranê hatiye wesifandin.

Ew çalakvanên siyasî ser vê baweriyê ne ku ew qas serdan bo derveyî welat û serdana bingehên serekî yên Amerîka û Birîtaniya, karekî wa bi tena serê xwe bê kirin, ne mumkin e. Bi sedî sed ew bi alîkariya navendên ewlekarî yên Îranê ve tê encam dan.
Wî nivîskarî heya niha ligel çendîn kesayetiyên Kurd û rêberên hin hizbên siyasî hevdîtin pêk aniye.

Babet û nivîsên Urfan Qaniîferd, dê demeke nêz de li ser malper û saytên ser bi wezareta Îstixbarat (Îtilaat) de, dê bên belavkirin.