Qaçaxa jinan, duyemîn tîcareta rêxistinkirî a milyardî di Îranê de ye

16:26 - 20 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Qaçaxa jinan di Îranê de bûye tîcareta milyard Dolarî, ku tê texmînkirin, tîcareta jinan duyemîn tîcareta rêxistinkirî a piştî qaçaxa madeyên hişbir be.

Giringtirîn beşa lêkolîna karnasan jî di derbarê qaçaxa rêxistinkirî ya jinan, ku destê dewletê jî tê de heye, nîşan dide ku îro qaçaxa jinan bûye,tîcareta milyard Dolarî, ku haya jinan ji vê yekê nine, û dikevine kemîna qaçaxçiyan de.

Herwiha destdirêjiya li beranber jinan di şeran de, di asta cinayeta şer de ye,ango mirov dikare jê re jînosayd jî bibêje.

Qaçaxa jinan di Îranê de yek ji wan mijaran e ku, zererê dide civakê. Di sala 1392’an de qaçaxa jinan li Îranê bona welatên Erebî di asta herî jor de bûye.

Îmarat,Behryên,Kovêyît,Tirkiye,Ozbekistan,Qeter û Aaerbaycan ji wan welatan in, ku jin û keçên Îranê bo wê derê têne qaçaxkirin,û li wir gellek caran rastî destdirêjiyê tên.

Ew yek, yek ji girantirîn siza tê nas kirin, lê belê heyanî niha, ne welatên Rojavayî, ne jî dewleta Îranê, tu hewlek bona çareserkirina wê pirsgirêkê nedaye; û jin hertim bûye pariyek li ber destê qaxçaxçiyan, û bûye qurbaniyê civakê.