PSK: Hikumet dixwaze qada siyeseta legal teng bike

15:22 - 24 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Komîta Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di civina xwe dawî da behsa rewşa siyasiya navçeyê Rojhilata Navîn û bûyer û pêşhatiyên herêmê kir û biryar daye, ku belavoka jêrî ji bona bir û rayê belav bike.

Xebata gelên Rojhilata Navîn ya ji bo azadî û demokrasiyê bi alikariya proseya globalîzmê, ku bi ser dinyayê da girtiye, diktatorên navçeyê daye ber xwe, yeko yek diruxine û bi vî awayî statuya, ku bi gor berjewendiya emperyalîstan hatiye destnişan kirinê dilerizîne. Diktatorên herêmî guhê xwe nadine bangawazên bîrûrayê giştî ya demokrat û aşitîxwaz û mafên mirov û azadiyan binpê dikin, bersingê proseya guhartinê digrin û bî vî awayî dibine sedema ruxandin û kavil bûna welatên xwe, dibine sedama kûrtir bûna nakokiya di nava gurup û pêkhatiyên civata xwe da.

Diktatorên navçeyî bi hemû kiryarên dij mirovî û siyasetên zordariyê ve nikarin pêşiya xebata gelên herêmê bigrin. Xebata gelên navçeyê, ku nexwazin rewşa heyî berdewam be û xwazyarê guhartin û demokrasiyê ne, bi gor zirufê her welatêk berdewam e û hêzên emparyalîst jî nikarin berê xebatên hanê destnişan bikin.

Partiya me, ku di destpêka heya îro piştgiriya xebata guhartin û demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn û Efriqayê Bakurê dike, carekî dînê komkujiya rejîma BAAS a Surî mehkum dîke û dubare piştgiriya xwe li xebata gelên Surî ji bona azadî û demokrasiyê radigihine.

Peşhatiyên dawî nişan didin, ku ruxana rejîma BAAS nêzik dibe. Lê maxabin ligel nêzik bûna ruxana BAAS, nigeranî derbareyê ayendeya welatê Surî jî pirtir dibe. Ne yek bûna opozîsyon û hebûna bê baweriyê di nava gurup û pekhatiyên olî û netewî li Surî, ji sedemên nigeranî ne. PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan, pîştgirî li civînên ku ji bona yêkxistina opozîsyonê li paytexta Qatar û Marekeşê hatine civandin û berhemên wan civînan dike. PSK daxwaz ji Yêkitiya Opozîyonên Surî dike, ku xwastekên Kurdên Rojavayê qebul bike û nehêle paş ruxana rejîm, pêş ruxana BAASê rabigihine. Bi gor bîr baweriya me hesyariya tevgera azadiya Kurdistana Rojava di vî warê da rewa ye û em ji birayên xwe dixwazin, ku di vî warî da halwestên xwe bikine yek û nehêlin ku babeta hanê bibe sedema têkçûna yêkitî û kar û xebata Desteya bilind a Kurd.

Yek ji berhemên erênî yên xebata gelên Surî ev e, ku bi rêva birina hinek bajerokên Kurd ketine destê Kurdan. Ev yêka hanê giring e û pêyvendiya PKK-PYD ligel rejima BAAS û vekêşana hêzên rejîm ji hinek bajarên Kurd li ser lihevhatina PKK-PYD, girîngiya hanê kêm nake. Parastina azadiya hanê û veguhastina wê bo statuyeka netewî erkê hêzên welatparêzên Kurdên Rojava ye.

Divê hêzên welatparêz yên parçeyên dinê Kurdistanê, rêz li daxwaza birayên xwe Rojavayê bigrin û piştgiriya daxwaza wan yên hevbeş bikin. Divê ji wan bixwazin, ku yêkitiya xwe biparêzin û halwesta xwe derbareyê hevkarî ligel opozîsyona Surî bikine yêk.

Em carekî dinê piştgiriya xwe li Pêymana Hewlêrê, ku di bin çavderiya Serokê Herêma Kurdistanê hatiye îmza kirin, radigihinin û ji birayên xwe yên Kurdên Rojava dixwazin, ku ji bona cî be cî kirina xalên Peymanê hewl bidin, kar û xebatê bikin.

PSK her usa daxwaz ji PKK-PYD dike, ku helwesta rêxistinên din, ku nexwazin birakujî destpê bike, baş bixwîne û bi hestyar be û dev jê xwe sepandinê berde û karên usa neke, ku dilê neyarên Kurdan şad bin.
Serokwezirê İrak Nurî Malîkî dixwaze bibe nunerê şovenîzma Ereb. Malîkî Destura İraqê û peymanên siyasî yên ku di nava hêzên siyasiyên İraqê hatine îmze kirin, bin pê dike û dixwaze diktatoriya xwe ava bike. Ku, ev yêka hanê yêk ji sedemên qirjbûna peyvendiya Bexdad û Hewlêrê ye.

Em jî wekî hemû hêzên aşitîxwaz û demokrat dilxweş in ku, nakokiya Bexdad û Hewlêr negihiştiye qonaxa şer û rewşa qirj hêdî hêdî aram dibe.
Nakokiya Bexdad-Hewlêr nakokiya Malîkî û Barzanî nine. Pirsa Pêşmerge, pişka Herêma Kurdistan di budceya İraqê, Qanuna Xaz û Neft, peymanên neftê, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê ligel şirketên neftê îmza kiriye, ci be ci nekirina xala 140 a Destura İraqê sedemên nakokiya hanê ne. Ligel sedemên hanê, halwesta Hikumeta Navendî û Herêma Kurdistanê derheqa Surî jî ne yêk e, cuda ye. Malîkî piştgiriya rejîma BAAS dike, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî ne tenê piştgiriya xebata gelên Surî dike, her usa jî bona yêkitî û hevxebat û hevhalwesta opozîsyona Surî kar û xebat dike.
PSK, piştgiriya siyaseta Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê dike, ku ji bona parastina deskevtiyên netewî bi rêva dibe. PSK dilxweş e, ku hêzên welatparêzên Kurdistana Başur derheqa nakokiya dawî a Bexdad-Hewlêrê halwesta xwe kirin yek û ji wan dixwaze, ku halwesta hanê ji bona cîgir bûna demokrasî û ci be ci kirina xalên Desturê li İraqê biparêzin.

Hêzên welatparêz û demokratên Kurdistana Rojhilatê, di xebata dij-rejîma Îslamiya Îranê da hinek gavên giring û hêvîbexş ber bi pêş avêtin û davêjin. Hêzên Kurdistana Rojhilatê bona pêşwazî kirina proseya guhartinê, ku be guman wê rojeke bi ser Îranê da bigre, xwe amade dikin, him di nava xwe da him jî ligel opozîsyona Îranê hevkarî û yêkitiyê pêktînin.

Partiya me piştgiriya hewlên hanê yên hêzên Kurdistana Rojhilata dike û piştgiriya xwe Protokola Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) û Komelaya Zexmetkeşên Şoreşger a Kurdistana Îranê radigihine û dostên xwe daxwaz dike, ku pirtir hewl bidin, daku rêxistinên dinê jî başdarê proseya hanê bibin.

PSK her usa piştgiriya halwesta HDKî dike, ku destpêşxerî kiriye ji bona destpê kirina diyalog ligel “hevalên cudabûyî” û ji herdu alî daxwaz dike, ku hewl bidin daku destpêşxeriya hanê serkeve û berhemdar be.
Hikumeta AK Partî, paş hilbijartina 12’ê Xezîranê, qewlên xwe bi ci neanî. Ji proseya Yêkitiya Ewropa dur ket, gavên berçav ji bona demokratîze kirina Tirkiyê neavêt û di “dewrana hostatiya” xwe da halwesta dewleta kemalîst nişan da û dide.

Hikumata AK Partî, ku digot “em ji eşkence xweş nabin”, di warê guhartin û demokrasiyê da ne tenê neçûye pêş, her usa post û rutbe daye polêsên eşkenceger, ku tawanê wan bi biryarên dadigeha Tirkiyê û Ewropa sabît bûye.  Hikumeta AK Partî di warê pirsa Kurd da çu gavan neavêtiye, beravajiya wê “proseya vekirinê” sekinand û di warê pirsa Kurd da halwesta dewleta kemalîst kire bingeha siyaseta xwe.  Post û rutbe daye walî û berpirsên polêsan, ku destê wan di kuştina Hrant Dînk da hebûn. Her usa yek ji qaziyan kire “Çavderê Bilind” ku bi neheqî biryara tawanbar bûna Hrant Dînk dabûn. Hikumeta AK Partî ji bona destnişan kirina cinayetkarên qetlîema Roboskî jî, ne tenê tû tişt nekir, her usa spasiya wan kir û wana parast. Hikumeta AK Partî lêborîn ji malbata qurbanên Roboskiyê nexwast, “me zirarê wan tazmîn kir, êdî ci dixwazin” got û bi vî awayî qetlîamekê dinê xulqand. AK Partî ne tenê bona pêşî lê girtina “girtina KCK” çu tişt nekir, her usa operasyonên KCK berfirehtir bû û Hikumeta AK Partî dixwaze masuniyeta hinek nunerên Kurd ji destê wan bê standinê.

Hikumeta AK Partî, di serdema xostatiya” xwe da “demokrasiya pêşketî” wekî armancek danî bû pêşiya xwe, lê belê ne tenê çu gav ber bî pêş neavêt, her usa dixwaze qada siyeseta legal teng bike. Serokwezîr wekî regezperestekî Tirk diaxive, derbareyê Alevî û gurubên din yên, ku ne musulman in, zimanê neyar bi kar tîne.

Di roja îro da xuya bû, ku Hikumeta AK Partî bi tenê nikare barê demokratîze kirina Tirkiyê hilde milê xwe û rê li ber çareser kirina pirsa Kurd veke. Erkê hanê bi serekî ya hêzên demokrat û aşitixwaz û şoreşger û guhartinxwaz e. Ji bona vê yêkê jî erkê pêkanina hevkarî û hevxebatê di nava hêzên hanê da li peşiya me ye. Pêkanina hevkarî ji bona aşitî, demokrakî û guhartinê, ku ne reformên AK partiyê mezin bike ne jî piçûk, zext li Hikumeta AK Partî bike, daku ber bî pêş gavan bavêje, dibite sedema hendê ku ji vê binbestê xilas bin û proseya guhartinê, ku sekiniye ji nû ve destpê bike û bi hêz be.   

Proseya globalîzm û tevgera guhartinê, ku bi ser navçeya Rojhilata Navîn da girtiye, erkê pêşxistina nirxên serdemî wekî aşitî, demokrasî, mafên mirov û bi hêz kirina civaka sîvîl daye ber me. Em divê ji bona nirxên hanê li ser xebata legal û aşitiyane pêgir bin.

Bûyer û pêşhatiyên Tirkiyê û Kurdistana Bakur carekî dinê nişan dan, çalakiyên çekdarî yên PKK û “Stratejiya Şerê Gel a Şoreşger” ne tenê nebû alîkar ji bona demokratîze kirina Tirkiyê û çareser kirina pirsa Kurd bi rêka giftugoyê, her usa bûye asteng li ber rêka proseya demokrasî û aşitiyê û bûye sedema bi hêz bûna mîlîtarîzmê. Ji bona vê yekê jî, bona aram kirina rewşa girjiyê û bona vekirina rêka diyalogê, berê her tiştê divê erteşa Tirk operasyonê xwe rawestine, PKK bê qeyd û şert agirbes rabigihine.

Nasandina maf û azadiyên serekî bo Kurdan nabe bi “teror” û “bi dawî hatina çalakiya PKK yên çekdar” ve bê girêdan û divê bê qeyd û şert bêne nasandin.

Divê destura nû ya Tirkiyê, hebûna hemu gurup û pêkhatiyên Tirkiyê qebul bike, maf û azadiya wan bê qeyd û şert binase.
Kanuna Yekem a Sala 2012
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Jêder: dengeazad