Protestoya ajotwanên Kamiyonan li bajarça(bazarça) Perwîzxan ser xwestina rişwe

12:27 - 7 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: xirabiya birê birin û sitandina rişwe ji ajotwanên kamiyonan, levdan tev berpirsên vê bajarçê lêket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Yekşem, hejmarik ji ajotwanên kamiyonan li bajarça ser sînora Perwîzxan ser rewşa nebaşa vê bazarçê û wergirtina rişve ji wan bû sedema protesto kirin û levdana wan tev berpirsên bazarça ser sînoriya Perwîzxan.

Bi gotina serekaniyik agdar, li midê çend heyvên borî de berpirsên gumrik û hêzên asayişa ser sînora Perwîzxan, her roj ji bajirgan(Bazergan)an û ajotwanên kamiyonên bar hilgir, rişvê dixwazin û bi caran protestokirina ajotwanan, rişve xwarin li vê gumrikê de bûye karik normal û didome.

Her wisa ew serekanî ragihand: li doma gendeliya li nawa berpirsên vê bazarçê û ajotwanên kamiyonan de levdan hatiye pêş ku li sedem de yekik ji ajotwanan ji aliyê berpirsên vê bazarçê de ketiye bel kutan û lêdanê û bi dujwarî birîndar bûye.

\"17701.jpg\"
Pêştir jî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li vê barê de raportik tê ragihandin ku hatibû weşandin ku berpirsên vê bazarçê her roj ji bazergan û ajotwanên kamiyona rişve werdigrin.

Wergirtina rişve ji ajotwanên kamiyonan li rewşik deye ku pêştir 2 kes ji karbidestên bazarça ser sînoriya Perwîzxan bi navên “ F. û M.” bi hegera wergirtina rişvê ji vî ciyî de hatibûn derxistin, lê her wisa wergirtina rşve ji bazerganan û ajotwanên kamiyonan li vê bazarçê de didome.

Gorekî statîstîkên fermî, li roj nêzî 1500 tankêrên suxtenî ji rêka ser sînorê Perwîzxan hindirî parêzgeha Kirmanşanê dibin.

Pêştir jî Selman Zehabpûr, nûnerê bazerganên Perwîzxan bi rexne girtin ji berpirsên bazarçê gotibû: trafîka tankêrên suxtenî li vê rêkê de 1 riyal behre bo dewera Qesr ê Şîrînê –inine û hin dest li pişt perdê de hene ku behra vî karî diçe berîka wan û gere bo vê rewşê çareseriyik bê fikirîn.