Polîsên Tirk bi panzêrê (zirêpoşê) zarokek kuştin

20:49 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Li bajarê Wanê, polîsên Tirk bi panzêrê dane ser zarokekî 7 salî, û ew zarok kuştin, û piştre jî reviyan.

Li navçeya Îpekyolû ya Wanê dema ku Zarokê 7 salî yê bi navê Taha Kiliç, ku li ber derê malê dilîst, panzera polîsan da serê wî, û ew kuşt.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku panzera polîsan bi awayekî bilez da ser wî zarokê 7 salî, û bê ku raweste bilez dûr ket. Zarokê bi navê Kiliç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo karûbarê otopsiyê, cenazeyê Taha Kiliç rakirin nexweşxaneyê.
Li Bakura Kurdistanê, gellek caran bûyerên wisa dilêş diqewimin, û bi sedema xemsariya hikûmeta Tirkiyê bikuj radestî dadgehan nahêne kirin. Bi taybetî niha ku li Bakura Kurdistanê de, şerekî giran di navbera arteşa Tirkiyê û hêzên Kurdî de heye, û rojane di van şeran de kesên sivîl jiyana xwe ji dest didin.