PKK’ê êrîşî pêşmergeyên PDKÎ kir+nûkirî

14:54 - 24 Gulan 2015
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di vê şer û pevçûnê de, pêşmergeyekî PDKÎ jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Li gor nûçeyê ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hêzek ji pêşmergeyên PDKÎ ji aliyê gerîlayên PKK ve hatine dorpêş kirin û êrîşî wan hatiye kirin û heya niha zaniyariyek hûr ji çawaniya şer û şehîd û birîndarbûna pêşmergeyên PDKÎ li ber dest nine.

Tora medyayî a Rûdavê jî li ser vê bûyerê di hevpeyvînekê de bi endamekî rêberiya PDKÎ “Mihemed Salih Qadirî” ve ragihand: Îro danê sibê gerîlayên PKKê li deverên Seqer, Xinêre û Kêleşînê êrîşî hêzên wan kirine û herweha basa şehîdbûna pêşmergeyekî wan kir.

Mihemed salih Qadirî, endamê Komîteya Nawendî yê PDK Îranê û berpirsê Pêwendiyên vê hizbê li Hewlêrê li doma zaniyariyan de ragihand ku hejmarek ji parlemanterên hikûmeta Herêma Kurdistanê li jêr nave “şandeya Yekîtiya Parlemantaran” ji bo sekinandina şer ber bi Qendîl û Kêleşînê ve bi rê ketine.

Nûçeya nûtir…
Ajnasa nûçegihaniya Kurdistanê ji çavkaniyek haydar ve zaniye ku heta bîstek Deftera Siyasî ya PDK Îranê dê daxuyaniyek fermî li ser êrîşa PKK bo ser hêzek ji êşmergên PDKÎ belav bike.

nûçeyên têkildar
Sipaha Pasdaran di bertekdan hember PDKÎ Şino mîlîtarîze kir+nûkirî
PDKÎ û Komeleyê hember bûyerên Qendîlê helwest girtin
Parlamentoya Herêma Kurdistanê PKK û PDKÎ hişyar kirin

Nûçe dê berdewam were nû kirin....