PKK Rexne Ji Kongireya Rewenda Kurdên Sûriye Girt
15:30 - 1 Şibat 2012
Kurdpa: PKK di daxûyaniyek de kongireya Rewenda Kurdên Sûriyê bi serpestiya Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêr weke hewlek dizane bo parçekirina gelê Kurd û dibêje: \"Konferansa Hewlêrê ji beşek ji Kurdên Rojava pêk hatibû û piraniya gelê me di ew parçê de têde beşdar nebûn.\"
Lê Ebdulbaqî Yusêf, nûnerê partiya Yekitiya Kurdên Sûriyê ji Ajansa Kurdpa re raginad: \"Kongireya Rewendî Kurdên Sûriyê li Hewlêrê bi awayek serbixwe rêve çû û armanca karên wê jî domandina karên kongireya nîştimanî ya Sûriyê ye.\"
Li gor malpera Hevwelatî, Partiya Karkerên Kurdistanê, kongireya hewlêrê weke derbeyek dijê yekitiya netewî ya Kurd di Rojavayê Kurdistanê dide zanîn û weke hewlek ji bo parçekirina zêdetire Kurdan.
Di beşek din ya daxûyaniyê de hatiye: \"hewlên han ne li jêr hêla yekitiya Kurdan de ye û cihê gumanê ne û ew siyaseta ku desthilatarên Kurd li herêma Kurdistanê rêve dibin, ne li xizmeta yekitî û çareseriya pirsa Kurd de ye.\"