PJAK û Komeleya Zehmetkêş jî bertek nîşan dan

18:35 - 7 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Roj pey roj hejmara bertekdanên partî û aliyên siyasî li ser pirsa êrîşkirina Yeketiya Niştimanî a Kurdistan, ser bingeheke Partiya demokrat a Kurdistana Îranê zêde dibin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Partiyên opozosyon ên hikûmeta Îslamiya Îranê bi derxistina daxuyaniyên cuda, piştevaniya xwe bi PDKÎ hember êrîşa YNK nîşan dan.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), erîşa ser meqera Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “koysenciq” ê Ser bi Hewlêrê, karekî narewa destnîşan kir û ew yek bi tometkirin bi pirensîpên partiyeke siyasî da zanîn.

Di beşek ji daxuyaniya PJAK’ê de hatiye: Ew cûre êrîş bi ser partiyeke siyasî qaşoyî (dijî) çanda civaka Kurdî ye û dijberiyê ligel exelaqê siyasî û berjewendiyên gelê Kurd dike.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) di berdewamiya daxuyaniya xwe de tevî destek dan bi helwesta PDKÎ hember êrîşa YNK’ê tekez kir: Ew kiryar ne tenê berjewendî û qezencên rojhilatê Kurdistanê dixe bin tahlûkey (xeter)an belkî gelê Kurd jî vê yekê napejirîne.

Ji aliyekî din ve Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê wek partiyeke din ya siyasî li rojhilatê Kurdistanê, ji helwesta PDKÎ hember êrîşa YNK’ê ser meqereke wê partiyê piştevanî kir û ew kiryar narewa zanî û wek bêhurmetî kirin bi partiyên siyasî ên Kurd li rojhilatê Kurdistanê nirxand.
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyaniyekî de ragihand: Pêkhatina bûyerên wiha nabe kirîzê navbera partiyên rojhilatê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de çêbike.

Pêştir jî Partiya Azad a Kurdistanê (PAK), Saziya Xebat a rojhilatê Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistana Îranê û Partiya Lîbral Demokrat a Başûrê Kurdistanê, bi weşandina daxuyaniyên cihê ji hev helwesta PDKÎ hember YNK’ê destek kirbûn.