Pizîşkek Kurd ji aliyê Hêzên Îttlatî hat kuştin

15:39 - 18 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Pizîşkek Kurd ê Xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hat kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Şemiyê berwar 17’ê Adara îsal termê Pizîşkek Kurd binavê “Elî Riza Bêhaferîn” ku bi destên hêzên Îttlatî hatiye kuştin, li ser rêya bajarê “Sevlawa” bo “Sinê”hat dîtin.

Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpan ragehand: Pizîşkê Kurd 3’ê mehan beriya niha ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li nêzîk bajarê Sevlawa hat dizîn û malbata vî li heyamê wan 3’ê mehan de çendîn caran serdana Wezareta Îttlat a Komara Îslamiya Îranê kiribûn, lê çi zaniyarî li ser rewş û çarenivîsa vî nedabûn.

Elî Riza Bêhaferîn xwediyê jin û zarokane û xelkê bajarê Sinê ye û li bajarê Tehranê Pizîşkê derûnasiyê bûye ku seva tiştek nediyar ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatiye Kuştin.

bavê navbirî yek ji endamên Mekteba Quran a bajarê Sinê bûye.

cihê base ye ku di heyamê 1 meha derbas bûyî de pitir ji 30 rojnamevan û çalakên çandî li herêma Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên Îttlatî hatine girtin ku çarenivîsa wan diyar nine.