Pitûkek kurdî a 200 slan beriya niha derket hole

22:05 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Pirtûka Tibê ya ku 200 sal berê ji aliyê Melayê Erwasî ve bi kurmancî hatiye nivîsandin û Celadet Bedirxan jî di Hawarê de behsa wê dikir, hate bidestxistin. Destxeta pirtûkê niha tê bi rojkirin û dahûrandin.

Bi dîtina vê pirtûkê ku li Kurdistan bakur ketiye hole, dîroka nivîskî ya kurd dê careke din bê nîqaşkirin.Derket holê ku Melayê Erwasî 200 sal berê bi destxeta xwe, bi zimanê kurmancî lê bi tîpên aramî (erebî) pirtûka tibê nivîsandiye. Di pirtûkê de behsa nexweşî, derman, nîşanên nexweşiyan, aliyên dermanan ên nerênî, parêz, şîroveya hin navan, mijarên baytariyê, mijarên cinsî tê kirin.
\"5314.jpg\"
Celadet Bedirxan di kovara Hawarê de, di hejmara 33’emîn de, di bin sernavê “Klasîkên Me” de bi navê xwe yê Herekol Azîzan wiha dibêje: “Melayê Erwasî kitêbek kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanan jî dibêje.