Piştî ٢٠ salan girtîgehê, Mihemed Muradî hat serbestberdan

13:29 - 14 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Yek ji girtiyên siyasî û bi pêşîne ên kurd li Girtîgeha nawendî ya parêzgeha Yezd’ê de hat serbestberdan.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, girtiyê siyasî ê kurd bi navê Mihemed Muradî kurê Ebdula, piştî ٢٠ sal destbiseriyê ji girtîgeha bajarê Yezd’ê rizgar bû.

Nûçegihanê Kurdpa, tevî erêkirina vê nûçeyê, ji ajansa Kurdpa re ragihand: Piştî ١٧ sal sirgûn û veguhastina jib o girtîgeha Yezdê li dawiya hefteya derbasbûyî de ew girtiyê siyasî hat serbestberdan.

\"28626.jpg\"
Mihemed Muradî
Ev hevwelatiyê kurd tevî Elî Salihî ji aliyê dezgehên qezayî ve bi tometa pêwendî tevî yek ji partiyên kurdî ên opozîsyona hikûmeta Îslamî ya Îranê û hewildan li dijî tenahiya netewî bi ٢٠ sal girtîgeha teizîrî hatibû hukimdayîn.

Berê jî yek ji nizîkên malbata Muradî bi nûçegihaniya Kurdpa re ragihandibû ku, Muradî rastî “Tomora Mejî” hatiye û biryar bû ku neştergerî jêre bê kirin.

Mihemed Muradî, Qalî Dirûdî, Umer Îmamî û Elî Salihî li sala ١٩٧٩ (١٣٥٧)’an de destbiser û li vê midehê de ji mafê murexesiyê jî bêpar bûn.

Tê gotin ku îdareya giştî ya Îtilaata parêzgeha Kirmaşanê dijberî bi murexesiya van girtiyan kiribû.