Piştî nerazîbûn û şerê li Îlama Îranê de zêdetir ji 300 kesî hatin girtin

16:47 - 14 Hezîran 2012
Kurdpa: li gorî gotina yek ji neraziyan li encama şer û pevçûnên li bajarê Melekşayî ya ser bi parêzgeha Îlamê ku piştî pêşîgirtina ji çûna nûnerekî xelkê Îlamê yê bo parlementoyê pêk hat hêzên emnî ên Îranê xelk bi tundî xistine jêr zext û guşarê.

Yek ji wan girtiyan ku li Îtilaata Îamê de hatibû ragirtin bi nûçegihaniya Kurdpa ragehand ku “ piştî wê ku girtî bo heyamê du rojan li Îtilaatê de hatin ragirtin, piştre bo girtîgeha nawendî ya Îlamê hatin veguhastin, lê niha gellek ji girtiyan ne eşkere ye ku ji bo kîderê hatine veguhastin”.

Kurdpa li rojên borî de navê 23 kesan ji xelkê bajarê Melekşayiya Îlamê eşkere kir. Hewceyê basê ye ku ew nerizayetî piştî retkirina kesê dûyemîn yê abajarê Îlam û derdora wê, wate Elî Ekber Metîn pêk hat, lera heyamê du hefteyan şer û pevçûnek dijwar di navbera hêzên hikumetî û xelkê nerazî de pêk hat û li encam de gellek kes hatin kuştin û birîndar kirin.