Piştî meşa nerazîbûnê ya li Bokanê bavê Someyê hate girtin

16:23 - 22 Nîsan 2012
Kurdpa: Piştî meşa hemwelatiyan ya li bajarê Bokanê d bi dijî diyardeya revandin û destdirêjiya bo ser dersxwanên vî bajarî, bavê Someyê (Şehên) Feyzullapûr ji aliyê Îdareya Îtilaatê ve hate destbiser kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bavê vê keça ku kuştî hatibû dîtin, bi tawana vê ku li meşa li Bokanê de wêneyê keça xwe bilind kiriye hate girtin.

Heya bilavbûna vê nûçeya tu zanyariyek derbarê çarenûsa bavê Someye de li ber dest nine.

Li çend rojên borî de li bajarê Bokanê de çend kesên motorsiwar dest bi revandina dersxwanên qonaxên nawendî, paşnawendî kirine, û serbarê destdirîjiya bo ser wan, canê wan jî jê sitandine. Û gellek caran jî li demên şevê de bi derbên kêran gef li xelkê xwarine.