PIŞTÎ “MERÎWAN”Ê LI RÊLÊN “SERDEŞT”Ê JÎ ŞEWAT ÇÊ BÛ

20:01 - 6 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Di rojên bihorî de di daristanên Serdeştê de li Kurdistana Îranê bi giranî agir çê bû.

Pêka rapora Ajansa kurdpayê, rêlên herêma “Şebeke Du” û “Meznawa” ên Serdeştê di agir de dişewitin.

Akinciyek herêmê ji Kurdpayê re got: Zêdebarî ku xisarek zaf digîhe herêmê, lê Navendên Hukûmî ên pêwendîdar çi xebatekê ji bo ku agir bi dawî bê, nakin.

Ji alî din ve di çend rojên derbazbûyî de gelek şewat li daristanên Merîwan û Sewlawayê çê bûne.

Pêka Nûçeyên dawiyê, di rora Yekşemba bihorî de jî daristanên “Beyelle, Dollebî û bîlû”ê jî ketine hemberî şewatek giran.