Piştî Kuştina Endamekî Sipaha Pasdaran,çend kes hatin girtin

14:35 - 27 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî kuştina Endamekî berê yê Sipaha Pasdarên Îranî,bajarên Sine û Kamyaran bi hêzekî zaf a nizamî hatin milîtarîze kirin û çend kes jî hatin girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Sêşem 27’ê Şibatê, 3 ciwanên xelkê bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên dewleta Îranê hatin girtin û jibo cihek nediyar hatin veguhastin.

Heta dema gihîştina nûçeyê,çi zaniyariyek li ser sebebê girtinê û cihê ragirtina wan li berdest de niye.

Şahidekê li bajarê Kamyaranê bi ajansa kurpa ragehand: Li kolana û cihên giştî yên bajêr hêzekî zaf a nizamî hatine cêhgir kirin û jibilî geryan û lêpirsînê, daxwaza karta pênasê ji xelkê dikin.

çend rojan berî niha kesek bi navê “Îbrahîm Mihemedî” kurê Elî Derwêş û xelkê gundê “Berver”a ser bi herêma “Kelaterzan”a bajarê Sinê bi teqeya hin kesên nenaskirî hat kuştin.

Bi gotina xelkê herêmê, navbirî yek ji endamên Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê bûye û di salên bihurî de destek zaf ji kuştin û girtina ciwanên Kurd de hebûye.