Piştî gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, gazîkirin û destibserkirina hevwelatiyên Kurd berdewame dike

16:30 - 14 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Piştî gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, îdareya îtila`ata Hikûmeta Îranê, hejimarek ji hevwelatiyên Kurd gazî û destbiser kirine.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, piştî gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, ya li roja Çarşemî 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê), 3 hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Xebat û Rişad Zendî” kurê “Xalid û Moslêm Se`îdpûr” bi tawana piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine destibser kirin.

Îdareya bajarê Seqizê jî ji riya telephonê, çalakvanê medenî yên Kurd di vî bajarî yê bi navê “Eyob Cewanpûr” bi sedema piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, gefa destbiserkirinê ji wî hevwelatiyê Kurd xwariye.

Raportên ku gihîştine bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê bas ji vê dikin ku, îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran, li bajarê Rewanserê jî, du çalakvanên Kurd yên bi navên “Êdrîs û Adil Muradî” gazî kirin û lêpirsîn derheq van de encam daye.

Herwisa îdareya îtila`ata bajarê Bokanê jî, du hevwelatiyên din yên Kurd yên bi navên “Perwîz Feqî” û “Simko Sidqî” bi tawana piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê destbiser kirine.

Roja Çarşemî 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê) xelkê Kurdistanê li ser bangeşeya “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”, derheq nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî bidarvekirina 3 girtiyên siyasî yên Kurd û bombebarana binke û baregehên Partiya Demokrat, dest bi gireva seranserî kirin, her ev gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê jî rastî bertekên tund yên hêzên îtila`atê hatiye.

Wêne: Adil Murdaî, Eyob Cewanpûr, Êdrîs Muradî û Xebat Zendî