Piştî du heftî binçavkirin, çarenivîsa mamostayek olî nediyar e

12:24 - 18 Çirriya pêşîn 2020

Mamostayekî olî yê bi navê “Resul Hemzepûr” xelkê gundê “Xirape” yê ser bi bajarê Pîranşarê û pêşnimêjê gundê “Endêze” ê girêdayê bexşa “Lacan” a Pîranşarê piştî du heftî binçakirin, çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew mamostayê olî, bo lêpêçînê bo îdareya îtilaat a bajarê Urmiyê hate veguhastin û di dema bincavkirinê de tenê carekê digel malbata xwe ji rêya telefonê ve pêwendî girtiye.

Herwisa wê çavkaniyê di berdewamiyê de gotiye: “Ew mamostayê olî di dema binçavkirinê de li mafê hevdîtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer bêpar bûye”.

Wê çavkaniyê zêde kiriye, ku hêzên ewlehî li dana her persivekî rast bi malbata wî mamostayê olî re xwe diparêzin û lipeyketina malbata wî di vê derheqê de bê encam maye.

Roja yekşemî 13ê Rezberê hêzên ewlehî ew mamostayê olî bi bê hebûna belgeya yasayî di sêrêya Peswe û Pîranşarê de binçav kirin û piştre êrîş kirine ser mala wî.

Heta niha ti zaniyareke serast ji tohmeta ku bi ser mamosta “Resul Hemzepûr” de hatî sepandin ji ber dest nîne.