Piştî du hefteyan, nasnameya du hevwelatiyên îdamkirî eşkere bû

15:45 - 8 Hezîran 2017
Ajansa Kurdpa: Berpirsên girtîgeha Dêzilava ya Bajarê Kirmaşanê piştî derbazbûna du hefteyan bi ser îdamkirina du hevwelatiyên Kurd navê van du hevwelatiyên Kurd eşkere kirin.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpayê, du hefteyan berî niha hevdem digel îdamkirina werzişvanekî Kurd ê xelkê bajarê Şahabad a ser bi parêzgeha Kirmaşanê du hevwelatiyên din ên xelkê vî bajarî hatin îdamkirin.

Nasnameya van du hevweelatiyên îdamkirî Mihemed Xosrewî û Omîd Teymûrî xelkê gundên bajarê Şahabad a parêzgeha Kirmaşanê hatiye ragehandin.

Ew du hevwelatî bi tohmeta kuştina bizanebûn û dizîkirina bi çekê hatibûne destbiserkirin, û bi îdamê mehkûm bibûn.

Tora mafê mirovan a Kurdistanê di vê derheqê de belav kiriye, ku di meha Remezanê de hejmarek ji girtiyan bi awayê bikom hatin bidarvekirin, lê tenê navê du kes ji îdamkiriyan eşkere bû.

Li gora vê çavkaniyê Omîd Teymûrî xelkê gundê Çiya Kebûd bûye.

Daxuyaniyên fermî û xwecihî ên Hikûmeta Îslamî a Îranê amade nînin ku nûçeyên îdamkirina hevwelatiyan belav bikin.

Îran piştî welatê Çîn duyemîn welat e di biyavê îdamkirina hevwelatiyên xwe de.