Piştî 7 salan hebsê, girtiyek Kurd li Îranê bi Îdamê hate mehkûmkirin

15:57 - 4 Nîsan 2017
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî Kurd li girtîgeha bajarê Sine, piştî vê ku heyamê 7 salan di girtîgehê de, bê lêpirsîn hatibû sekinandin, liser bingeha “Êlmê Qazî” an ku zaniyariyên Dadwer, bi cezaya Îdamê hate mehkûmkirin.

Êlmê Qazî yek ji curên cezakirinê di Îranê de ye ku, piraniya caran, ne liser bingeha belge û zaniyariyan, ceza ji kesê girtî re tê diyarîkirin, belkî dadwer li gorî dîtingeha xwe cezayê ji kesê tawanbar re diyarî dike.

Ew girtiyê Kurd yê bi navê “Şoriş Moradî” kurê Ehmed, bi tawana “Kuştin û Diziya bi çek” heyamê 7 salan bû ku di girtîgehê de hatibû sekinandin û çarenivîsa wî nediyar bû, lê ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Cezayî a Sine, bi cezaya îdamê hate mehkûmkirin.