Piştî 12 salan hêj bendava Çiraweys Tewaw nekirine

21:14 - 15 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Serbarî qewl û qirarên berpirsên parêzgeha Sine û xerc kirina bûdceya dehan milyard Tûmen bo bendava Çiraweys a bajarê Seqizê, lê eva 12 sal e, hêj bendav netewaw maye.

Li gor nûçeya gihiştiye Ajansa Kurdpa, piştî pesend kirina pirojeya bendavê li sala 1382 li bajarê Seqizê ku li 17 kîlomêtriya rojavayê bajarê Seqiz hilketiye, heya niha dehan milyard Tûmen xerc kirine lê hêj bendaw netewaw maye.

Di wî warî de Sabîr Zari’î cîgirê fenî yê fermandariya bajarê Seqizê di nûçegehaniya Îrna de ragehand: “Bo tewaw kirina pirojeya bendavê, me pêdvî bi 750 milyard Tûmenê din heye”. Eva jî di demekê de ye ku Sabîr Zari’î pêştir ragehandibû ku bendavê 800 milyard têçûye û %75 bendav tewaw bûye. Yanî bo %25 pirojeya bendavê, 750 milyard Tûmen pêwîst e.

Sala 1387 jî wezîrê vê demê derheq bi pirojeya Çiraweys gotibû: “Heya niha %75 karûbarê pirojeyê tewaw bûye”.

Herwisa di sala 1392 ji birêveberê îdareya ava parêzgeha Sine gotibû: “Heya niha bendava Çiraweys %90 pêş ketiye û tenê bi 10 milyardê din dê dawî bi pirojeyê bê”.

Bendava Çiraweys yek ji bandavên pirojeya kontrolkirina ava parêzgehê ye ku çendîn bendavên wek Soralî Dêwlan, Berdereşî Qorwe, Gawşanî Kamîran, Garanî Merîwan û hwd… ji xwe digire û 88 milyon mêtra çargûşe av di xwe de radigire.