Piştgirî ji çalakiyên Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc

15:41 - 14 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê, kampanyayek komkirina îmzeyan bo piştgirî ji vê saziya sivîl û çandî rê xistiye. Kopiyek ji kampanyayê ketiye destê Ajansa Kurdpa`ê û em jdeqa wê diweşînin.


Hevwelatiyên hêja!
Kurdistaniyên delal!


Her wek em dizanin neteweya kurd ji aliyê hikûmetên li pey hev ên desthilatdar ve ketiye ber zilm û stemkarî û ferq û cudakariyên çandî û zimanî. Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji nimûneyên herî berçav e ku têde kurd ji Îlam û Kirmaşanê bigire heta Sine, Urmiye û Makûyê û herwiha li hinek herêmên kurdrûniştevan ên Îranê mîna Xorasanê ku ne axa Kurdistanê bûye, lê kurd têde niştecih bûne, kurd weke neteweyek nehatiye naskirin û dîrok û çanda gelê kurd hatiye talankirin û ji xeynî vê yekê pêşiya çalakiyên kultûrî û edebî yên kurdan tê girtin û astengkirin.

Li bajarê Urmiyeyê destpêkê Civata Ronahî di sereteya dehsalên 90`ê de û di germiya desthilatdariya Reformîstan hat qedexekirin û piştî wê jî ji salên 0387 heta 1388`ê Civata Çandî û Edebî ya Îlam di vê zanîngehê de çalakî dimeşandin, lê piştî qedexekirina wê civatê, Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanînegha Urmiyeyê dest bi xebatên kultûrî û wêjeyî kir.

Ligel vê yekê ku çalakiyên vê civatê tenê bo pêşvebirina ziman, çand û edebiyata kurdî bûye, lê di rojên dawî de zextên zêde û berfireh ji aliyê `Heraset` (Navenda Parastinê) ya Zanînegha Urmiyeyê ketiye ser çalakvanên Navenda Kurmanc.
Niha em destpêka karê kampanyaya xwe ji bo komkirina îmzeyan bona piştgirî ji çalakiyên civatên sivîl û kultûrî yên kurdî li Rojhilatê Kurdistanê radigehînin.

www.facebook.com/kurmanc.urmiye

Email: [email protected]