Pişka “Seraneya” avê bo her hemwelatiyekî digihîje yek li ser çar a navgîna cîhanê

19:55 - 17 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kirîza avê di Îranê de gihîştiye qasekî ku heke bilez nehê çareserkirin, dê kirîza mrovatiyê bi dû re bê.

Rojnameya “cîhana abûrî” eşkere kir ku beşa avê di Îranê de tûşî kirîzeke wisa bûye ku derfeta taqîkariyê nemaye, û heke bilez nehê çareserkirin, Îran dê bibe karesateke dîrokî.

Roja yekşemî kompanyayeke fêrbûnê bi navê ( ab û risanê, çêşm endaz milî, menteqêyî û cîhanî) “Av û ragehandin, dûrdîmena neteweyî, deverî û cîhanî” bi rê ve çû, ku li vir cîgirê vekolînên nawendî gengeşeya stratijîk a serkomariyê ragehand: “Xeletiyên derbazbûyî bûne sedema çêbûna kirîza niha ya beşa avê”. Bi baweriya navbirî beşek ji xeletiyên derbazbûyî pêk tên ji: çêkirina bêsînor a nalojîkî ên bendavan, biryardanên bêsînor ên kolîna bîrên avê, zafbûna arîşeyên avê.

Lo gor rapora han %87 ji xelkê Îranê di 30 salên derbazbûyî de, bi sedema arîşeyên avê zirar gihîştine wan, û pêşbînî tê kirin ku heya sala 2020’î seraneya avê bo her hemwelatiyekî Îranî, ji yek li ser çar a navgîna cîhanê bê xwar, û ev rewşa han heke her wisa dom bike, di pêşerojê de dê kirîza mirovî çêbibe.

Li gor vekolênên niha %92 ji ava welat li beşa geştûgozarî, û %6 bo mal tê bikaranîn û %2 jî bo beşa pîşesazî bi kar tê, ku her yek ji wan di birêveberiya avê de, li ber çav nehatiye girtin.

Di çend salên derbazbûyî de hikûmeta komara Îslamî a Îranê, dibêje bo çareseriya arîşeyên avê hewla veguhestina çavkaniyên avên parêzgehên Kurakincî û başûra Îranê bo nawenda Îranê ve daye, ku eva jî bi baweriya çalakvanên jîngehparêz xisareke zaf bo akinciyên deverê bi dû re tê.