Pişikdariya Xwendevanek jêhatî yê xelkê bajarê Abdananê li Ulempiyada xwendevanên Îranê de

13:23 - 17 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Xwendevanek Kurd yê xelkê bajarê Abdananê wek Xwendevanê “Jêhatî”karî ku li Ulempiyada Xwendevanên destpêkî yên welatê Îranê de pişikdariyê bike.

Malpera “Abdanan News”bilav kir, Emîrriza Xolamî xwendevanê hêja û zîrek yê qonaxa nawendî û xelkê bajarê Abdananê karî li Ulempiyada seraserî ya Xwendevanên Îranê de pişikdariyê bike.

Her wiha Xwendevanê han kariye li taqîkariyên Xwendingehên taybetî de li Îranê de pişikdariyê bike.

\"13305.jpg\"
Ulempiyada Xwendevanên Îranê hemû salê li jêr çavedêriya wezareta Perwerde ya welatê Îranê birêve diçe û Xwendevanên serkevtî ji aliyê pişka zanistî ya vê wezaretê jibo Ulempiyadên cîhanî tên şandin.

her wiha li meha Nîsana îsal de Hesen Husêynî Xwendekarê Kurd yê xelkê bajarê Riwanserê û xwendekarê dukturaya Fîzyolojî ya Werzişî ya zankoya Gîlanê ku wek xwendekarê zîrek li sala 2011’an de hatibû destnîşan kirin,wek ciwanê mînakek bi hemû zanîngehên Îranê hatibû nasandin.