Pirtûka sê xiştî Kurmancî li Ewrupayê çap û bilav bûn

15:39 - 3 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Sitranên Sê Xiştî ên Kurdiya Kurmancî ji aliyê du nivîskar û çelengên ferhengî hat çap û bilav kirin.

Li gor rapora gihiştî bi nûçegihaniya Kurdpa,ê’ pirtûka Sê Xiştî ên Kurmancî a bakûrê Xorasanê ji aliyê “ Gulê Şadkam” û bi alikariya Pirofisor “Celîlê Celîl” hatiye amadekirin û li Ewrupayê hatiye çap û bilav kirin.

Pirtûka han berhema yek sal xebat a “Golê Şadkam” e,di heyamê vî yek \"10536.jpg\"
salî de bi armanca tomar kirina berhema han nav hatî serdana hemû herêmên Kurd akincî ên bakûra Xorasanê kiriye.

Pirtûka han bi hemû çand dost û evîndarên wêjeya Kurdî hatiye pêşkeş kirin.

Golê Şadkam yek ji jinên herî çeleng ên Kurd ê Kurdên Xorasanê ye ku li zindî kirin û ragirtina çand û kultûra Kurdên Xorasanê xizmetekî berçav kiriye.nav hatî li çap û bilav kirina pirtûkên Kurdî de gelek çalakî hebûne û bi xwe jî pirtûkek bi zimanê Kurdî jibo zarokan bi navê “Paçe Sûr” çap kiriye.

Gulê Şadkam sala 1390’a rojî li konfiransa Kurdolojî a Hekarî,ê li Kurdistana Tirkiyê pişikdar bû û li vir de babetek li jêr navê “ jin li Kultûr û civaka Xorasan”ê pêşkêş kiribû.