Pirtûka Rêberên Yarsaniyan li Kurmanciya Serî de hat amade kirin

15:36 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Pirtûka Rêberên Yarsaniyan li Kurmanciya Serî de ji aliyê “Namiq Hewramî”hate amade kirin.

Li gor rapora ajansa Kurdpa,para duhem ya pirojeya Wêje û Çanda Yarsaniyan wek pirtûkek binavê “Rêberên Yarsaniyan Li Kurmanciya Serê de” jibo çap û bilav kirinê hatiye amade kirin û bi gotina nivîskar pirojeya han 25 pirtûkan li xwe digire.

Di vê pirtûkê de têksta 13’e rêberên Yarsaniyan ku li herêmên Kurmanciya serî de hatine Hewramanê û li wir têkistên xwe bi Hewramî nivîsandine, hatine amade kirin.

Pirtûka Rêberên Yarsaniyan li Kurmanciya serî de li heyamê çend rojên pêş de ji aliyê Wezareta rewşenbirî ya herêma Kurdistanê dê bihê çap û bilav kirin.