Pirtûka Kurdistan û Kurd a Dr. Qasimlo li Tirkiyê hate qedexekirin

15:46 - 26 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Dezgeha Qezayî ya welatê Tirkiyê hukmê qedexekirina çap û belavkirina kitêba “Kurdistan û Kurd” berhema rêberê karîzma ê Kurd Dr. Qasimlo û du berhemên din derheq dîroka neteweya Kurd derkir.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Dezgeha Qezayî ya dewleta Tirkiyê di hukmekê de ragehandiye ku sê berhemên dîrokî derheq neteweya Kurd bi taybetî “Kurdistan û Kurd” berhema Dr. Qasimlo îzna çapkirinê nînin.

Ew hukm, dadgehekê di Kurdistana Tirkiyê de derkir, û pirtûkên “Kurdistan û Kurd” berhema Dr. Qasimlo, “Tevgera Neteweyî a Kurd” berhema Kirîs Koçêra û “Şoreşên Kurd” derheq raperîna Şêx Ubêydullah Nehrî berhema Celîlê Celîl hate qedexekirin.

Ew sê berhem bi tohmeta têkdana bîrûraya giştî û dijayetiya digel Tirkiyê ji aliyê dezgeha qezayî ya wî welatî ve çapkirina wan hate qedexekirin.

Ew sê berhem ji aliyê weşana “Avesta” ve hate çap û belavkirin, û pêştir jî Dezgeha Qezayî ya Tirkiyê 9 berhemên din ku di vê navnedê de hatibûne belavkirin, qedexe kiribûn.

\"Kurdistan û Kurd\" lêkolîna siyasî û aborî a Dr. Qasimlo ye. Dr. Qasimlo di sala 1957\'an de dest bi nivîsandina vê pirtûkê kiriye, û ev pirtûka di sala 1962\'an de bo çapê berhev bûye. Di sala 1964\'an de bi zimanê Silowakî hatiye çap û weşandin. Di sala 1965\'an de bi zimanê Îngilîzî hatiye çapkirin. Vê pirtûkê du çapên Îngilîzî hene, çapa yekem a binkeya akadimiyê li Pragê ye, û çapa din jî a binkeya Kolêtz e di Lendenê de. Çapa Erebî cara yekemîn di sala 1967\'an de ji rûyê çapa Îngilîzî ve hatiye wergêrandin. Ev pirtûka li sala 1969\'an di Werşoya paytexta Lehistanê de ji aliyê binkeya weşana Polonî (Lehistanî) a \"Pirtûk û Zanist\"ê ve, ji rûyê çapa Îngilîzî ve bi Polonî hatiye wergêrandin û çap û belav bûye. Di sala 1970\'an de çapeke kurtkirî a Erebî ji aliyê navenda weşana Lobnanê ve li Beyrutê hate weşandin, ku ev çapa li ser îzna nivîskar bû. Di sala 1973\'an de ev pirtûka ji aliyê Ebdullah Hesenzade ve bi zimanê Kurdî (Zarawayê Kurmanciya jêrîn) hatiye wergêrandin, û çap û belav bûye. Di sala 1991\'an de ev pirtûka ji aliyê Elîşêr ve bi zimanê Kurdî (Zarawayê Kurmanciya jorîn) û bi pîtên Latînî hatiye wergêrandin, û çap û belav bûye. Herwisa ji aliyê rojnamevan Selîm Zencî ve jî ew pirtûk bi Kurmanciya Jorîn hatiye wergerandin.