Pirtûka Eskerê Boyîk ya nû “Çanda Kurdên Sovêtê”

13:02 - 24 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Pirtûka nû ya nivîskarê Eskerê Boyîk ya bi navê ‘Çanda Kurdên Sovêtê’ de derket.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,ê Pirtûka Eskerê Boyîk di 560 rûpelan de hatiye nivîsandin û ji aliyê weşanxaneya Deng hatiye çap û bilav kirin.

Di pirtûkê de nivîskarê Kurd bi berfirhî li ser Çand, kesayetî , xebat û rewşa Kurdên
Sovêtê dinvîse.

Di pirtûkê de li ser jîyan û xebata gelek nivîskar û hunermendan disekine û nirx û qîmetê dide xebata Kurdên sovêta berê.

Di pareka a pêşgotina Pirtûkê de hatiye nivîsandin : Di nav wan netewên kêmjimar da usa jî kurd hebûn. Kurda ra jî mecalên pêşdacûyîna çand, kûltûra û zaniyariyê çê bûn. Salên qeydê Sovêtê gelek bûyarên, mezin çawa yên ronayî wusan jî yên tarî di jiyana gelên wî welatî da qewimîn.  Ew para kurda jî, di wan 70 salê desthilatdariya Sovêtê  da, di nava dijwerî û destanîna, hilketin û daketina ra derbas bû. Giraniya veguhestinên civakî, aborî, perwerdeyî, kûltûrî, dijweriyên stalînizmê yên sala 1937 an, nefîya (sirgûnî), zulma herba dijî almanîya hîtlêrîyê (1941-1945), giranya salên hildana  wêrankirin û birînên şêrr, bi gilîkî ew hemû zor û zemetiyên gelê Sovêtê kişandin, kurd jî jê bêpar neman.