Pirtûka Cîhanî Roman derket

15:48 - 6 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Dezgeha hizr û Endîşe li Herêma Kurdistanê komek berhemên romanî ku ji aliyê mamostayekî zanîngehê ve hatiye berhev kirin çap kir û danî ber dest xwênerên romanên Kurdî.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, pirtûka “Cîhanî Roman”(Cîhana Romanan) ku bi devoka kurmanciya jêrîn, ji aliyê Haşim Ehmadî zade ve hatiye amadekirin, gihîşte pirtûkxaneya Kurdî.

Nivîskar li ser berhev kirin û amadekirna wê pirtokê got : Min bo wê yekê romanên Kurdî mayînde bin û keda nivîskarên romanan ku ew li rojname û kovaran de weşandibûn bimîne, ew nivis li pirtûkê de amade kir û daku xwêner jî bi rahatî bikaribin mifahê jê werbigrin.

\"24590.jpg\"
Haşim Ehmedîzade nivîskar û mamostayê zanîngehê
Ew portûke ku 3’emîn berhema nivîskar e, 7 hevpeyvînan bi xwe digre û bi gotina niivîskar, sedema binav kirina pirtûkê bi romanê evaye ku mijarên vê zêde bi romanan dişibihin.

Ehmedîzade têkilaya Romanê ligel diyalog, azar û eziyet herwiha kenîn û henekan li wê pirtûkê de şorive kiriye, herwisa li beşeke din a wê pirtûkê de rola wergêr li ser çandên ciwaz ên morovî xistiye ber behs û lêkolînan.