Pirtûk û weşangeha Kurdî di rewşeke nebaş de ye

22:04 - 11 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Çalakên belavkirina pirtûkan di bajarê Sine de, di hevdîtina digel cihgirê berpirsê karûbarên çandî ên ser bi Wezareta Çandê de, kêşe û astengiyên çapkirina pirtûkên Kurdî xistin berbas.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, zêdetir ji du sal e ku berpirsyarên hikûmetî di Urmiyê de, îzna beşdariya di weşangehên Kurdî ên parêzgeha Kurdistanê di vî bajarî de nadin.

Berpirsê weşangeha Aras, bi xistine ber bas a wan rêgiriyên berpirsan di Urmiyê de, ew kar wekî karê “selîqeyî” û “berevajiyê yasayê” hesiband, û ragehand: “Birêveçûna salane ya pêşangeha pirtûkan di Sine de, wekî hemû parêzgehên Îranê daxwaza weşangehan e”.

Li gora gotina Se’dî Secadî, me di destpêka Gelawêja çar salan berî niha ve, daxwaza moleta çapkirina 30 navnîşanên pirtûkan kir, lê hêla jî bersiva me nedane.

Bicihkirina hevoka “taybet bi Suniyan” li ser pirtûkên Kurdistanê, rexneyeke din ya weşangehan e, ku bûye sedema bi tenê mana pirtûkan û xwîneran.

Herwisa di dema serdana cihgirê berpirsê karûbarên çandî a ser bi Wezareta Çandê bo pasaja Îzetî li Sine, birêvebirê weşangeha “Wata” bas ji çapnekirina pirtûkan di vê dezgehê de, di du salên borî de kir, û kêşeya malî bi sedema sereke da zanîn.

Bilindbûna berdewam ya bacê li ser pirtûkan, çapxane û weşangeh berbirûyê kirîzan kirine, bi awayekî ku tenê bo çapxaneyekê, 25 milyon Tûmen baca salane diyarî kiriye.

Nebûna bîmeya civakî bo kargehên serveyî 5 kesî, berçavnegirtina yasaya xwedîtiya edebî û herwisa paremayiya alavên çapkirina pirtûkan beşeke din ji kêşe û astengiyên weşangehên Kurdistanê tê hesibandin.