Pirsnameya Navenda Deng û Rengê Mehabadê Bokanî hêrsokî kirin

20:27 - 29 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Akinciyên Bokana Rojhelatê Kurdistanê û hindik çalakvanên çandî û sivl ên wî bajarî, bi armanca protisto kirina helwesta Navenda Deng û Rengê Mehabadê, bi sedema bêrêzîkirin bi Hesen Zîrek, li ser monomênta wî xwenîşandanek lidar xistin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Înê 28’ Çiriya Paşîn a 2014’an, di ber piyê çiyayê”Naleşkîne”bo şermizarkirin Navenda deng û Rengê Mehabadê (seba tohîn kirin bi Çanda Kiurdî û Hesem Zîrek), kombûnek pêk anîn.

Di wê kombûnê de, daxuyaniyek ji aliyê çalakvanên sivîl ve hat xwendin û wan ji navendên têkildar bi wê pirsê xwestin ku pêdaçûna Îhaneta derheq çanda Kurdî de bikin.

Çalakvanên sivîl li ser monomênta Hesen Zîrek îlan kirin:“Dem û dewranên çêkirina nakokiyan nevbera Kurdan de nemaye”.

Peyemnêrê Kurdpa ji Bokanê ragihand: Kesên nerazî ji helwesta Navenda Deng û Rengê Mehabadê, nêzî çiyayê “Naleşkîne”, wêneyên Hesen Zîrek û Mihemed Mamlê, du hunermendên Neteweyî ên Kurd, hildan û bi vî awayî nerazîbûna xwe der birîn.

Hefteya borî, piştî rapirsiya Navenda Deng û Rengê Mihabadê li çav hezkirina 3 dengbêjên Kurd û Faris de, Hunermend û çalakvanên Kurdistanê nerazîbûna xwe der birîbûn û ev kiryar tohîn û bêrêzî bi çanda Kurdî hesibandibûn.
Pirsnameya han navbera Hesen Zîrek hunermendê navdarê Kurd û du ciwanên dengbêjên Pap ên Faris, bi navên Muhsin Yigane û Murteza Paşayî de, bi rêve çû bû.

Hefteya borî ku biryar hatibû dayîn bi armanca bêrêzîkirin bi Hesen Zîre, xwenîşandanek bê li dar xistin, navendên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, hejmarek ji hemwelatiyên Mehabadê li ciyê xwenîşandanê binçav kiribûn.

Çalakvanên sivîl û hunermendên Kurdistanê, ev kiriyara han bê rêziyeke aşkere bi Hesen Zîrek û çand û hunera Kurdî wesifandine
\"23355.jpg\"

\"23354.jpg\"