Pirsgirêkên malbatî dibine sedemên xwekujiyê

21:41 - 16 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Pirsgirêkên malbatî di nav malbatên Kurdan de, berfireh dibin û berdewam hemwelatî bi sebebên pirsgirêkên malbatî rastî bûyerên wiha tên.

Li gor nûçeya ku gihaye Ajansa nûçegîhaniya Kurdpa, roja Sêşemiyê 15’ê Subata 2016’an, keçeke temen 16 salî xelkê bajarê Mehabadê, bi navê “Tara Ezîzpûr” bi sedemên pirsgirêkên malbatî, dawî bi jiyana xwe anî.

Tê gotin ku Tara soba bûye, û birêveberê yek ji bankên wî bajarî bûye.

Di demên derbazbûyî de jî, di bajarê Seqizê de, du hemwelatiyan, bi sedemên pirsgirêkên malbatî dest bi xwekujiyê kiribûn.

Li gor amarên ku di wî warî de hatine weşandin, di heyama yek meha derbazbûyî de di bajarên Kurdistanê de, bûyerên xwekujiyê bi sedemên cur bi cur zêde bûne.