Pirsgirêka Kolberan, basa kom bûna sipaha pasdaran û hêzên parastina sînorên Herêma Kurdistan

12:38 - 26 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: fermandê qerargaha kazimiya hukûmeta Îran û hêzên parastina serhedên Herêma Kurdistan( Heres Hudûd), hev dîtin û civîn kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û pişt rast bûn bi serekaniyik cê bawirê, rojên Duşem û Sêşem, an 29 û 30ê Rezber, “ Ewez Şehabî Fer” sertîp2 û fermandê giştiyê qerargaha Kazimî( sipaha pasdaran) û hêzên parastina Herêma Kurdistan li ser sînorên Şoşmê li nawbenda şaristana Pawe û Qezaya Helebçê ber teng kirin û bandora zêdetir ser karê Kolberî, kom bûn.

\"16287.jpg\"
Ewez Şehabî Fer، sertîp2 û fermandê giştiyê qerargaha Kazimî( sipaha pasdaran)
Serekaniyik agadar bi ajansa Kurdpa ragihand: hêmana bingehîna vê kom bûna 2 roje, pêşî girtin ji karê Kolberên Kurdistana Îranê bûye û qerargaha Kazimî daxwaz ji hêzên Herêma Kurdistan kirine ku, derfeta karê Kolberî bi Kolberên dewerên Şoşmê, Newsûd û Pawê nedin.

Her ew serekanî eşkere kir ku, li vê civînê de pirsa vekirina sînorê fermî li wan deweran hate ber bas û biryar hate danê, welatî bi pasportê çon-hatinê bikin û her wisa karta Pîlêwerî jî bi kesên dxawazkerê kartê bê dan.

Serekaniya cî bawirê ku nexwest navê vî eşkere be basa hindê jî kir ku, “ fermandeyê qerargaha Kazimî, sipasî li peywendiya asayişîtir kirina zêde ser sînoran û rê nedan bi karê Kolberî, li hêzên parastina sînorên Herêma Kurdistanê kiriye”.

Bo vê amancê û dana karta Pîlêwerî, ajansa Kurdpa peywendiyik bi kolberikî re girt û ev jî bi wê formê bi Kurdpa ragihand: “ he niha li sînorên hacî Omeran, karta Pîlêwerî bi welatiyan hatiye danê, lê bi van kartan, bi tinê li heftî 2 roj çon hatinina ser sînoran bê kirinê û pitir caran bi mainên curbicur midê heyvik, nehêlane Pîlewer nêzî sînor bibin.

\"16286.jpg\"
Ew Kolberê Kurd ji dewera Şoşmê got jî: “ mideyik pêş niha hêzên parastina sînorên Herêma Kurdistan(Heres Hudûd) bi 5 heyvan, çon-hatin bi xaka Herêmê qedexe kirin û li vê barê de, oltîmatomik dujwar bi Kolberên Kurdistana Îranê dabûn û bi gotina wî Kolberî, dujwar kirina rewşa asayişî bûye sedema pêxweşiya qerargaha Kazimî”.

Qerargaha Kazimî, paşî şerê nawbera Îran-Êraqê dameziriye û bi gotina welatiyan erkê parastina serhedên parêzgeha Kirmanşan tev Êraqê li ustiye û şaxik jî bi navê “ ittilaata borûn merzî(ewlehiya derî sînor)” heye ku li Herêma Kurdistan de dixebite.

Qerargaha Kazimî li 5Km.a nêzî şarê Rewanser bi navê “ Tepe Koîk” deye.