Pirsgirêka erd û zevî li Dîwanderê kuştina 2 lawan lêket

13:34 - 29 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: Bi hegera pirsgirêka erd û zevî li dewera Saraliya Dîwanderê, 2 lawên 24 û 21 salî, ji aliyê kesik nêzî wan bi xwe de canê wan jê hate sitandin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Sêşem, 5ê Xakelêwe(25ê Adar,25 March 2014), 2 lawên Kurd bi navên Loqman û Osman Îzedî, bi hegera pirsgirêka erd û zeviyê, ji aliyê kesik nêzî van bi xwe de hatine kuştin.

Ev qewimiya li gundê Berde Sipî, ser bi dewera Saralî li Dîwan Derê hatiye pêş û bi gotina serekaniyik agadarê vê qewimiyê; ev 2 law, bi destê kesik bi navê Ehmed Zînet Gerî, hatine kuştin.

Serekaniyê ew jî got; ew bikuj, paşî kuştina van 2 welatiyan, xwe veşartiye û heya dema weşana vê nûçê, ew nehatiye girtin.

Tê gotin; Loqman û Osman Îzedî, bi derba gulle hatine kuştin û sala borî de jî, ew bikuj, hewla kuştina yekik ji van kesê hatinî kuştinê dabû.

Xebatkarên civakî “ nizim bûna asta têgihîştin, ne-xwendewarî û eşîretî bûna civakê û tûş bûn bi narkozan”, bi hegerên hatin pêya wan cur qewimiyane tînin hisêb.

Ew xebatkarane ser vê bawirêne; karbidestên hukûmî serwey hindê çi şanik bi kêm bûna jimara tawan û tawankaran nadin, belku rewşa riftara xiraba senterên hukûmî tev tawanbaran, rasterast hegera zêde bûna tawankarî li hundirê civakê deye.