Pîrozbahiyên rizgarkirina Kobanê li bajarên Kurdistanê

19:20 - 27 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Pişti qewitandin û bider kirina çekdarên DAÎŞ’ê li Kobanê (ji aliyê şerwanên YPG-YPJ-pêşmerge û balafirên hevpeyman ve), li bajrêbn cihê reng ên Kurdistanê, cejna serkevtinê birê ve çû.

Li gorî raporta ajansa nûçergihaniya Kurdpa, bi berxwedana 133 rojan a hêzên Kurdî hember êrîşa çekdarên DAÎŞ ê, wan rupeleke din ya destane li dîroka Kurdistanê pêkanîn û doh (2015/1/26) bajarê Kobana rojavayê Kurdistanê, ji çekdarên rêxistina DAÎŞ rizgar kirin ku operasiyonên paqij kirina bajêr hîna jî didomin.

Paş serketina Kubanê û belavbûna berfireh a vê nûçeyê li medya û rojnameyên Kurdistanê û cîhanê, di piraniya bajarên Kurdan nemaze bakûrê Kurdistanê, cejna pîrozbahiyê birê ve çû û hemwelatiyan kêfxweşiya xwe nîşan dan. Li bajarên bakûrê Kurdstanê şahî bênavber heya nîvê şevê berdewam bûn.

Hêjayî gotinê ye, cejna serketina Kobanê li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sine bi gerandina gowendê hat pîroz kirin.

Her wisa bajrên din ên Kurdistanê û Kurdên bajrên Ewropayê jî, bi serketina Kobanê kêfxweşiya xwe dan nîşan dan û gowend gerandin.

Kobanê li rojavayê Kurdstanê beriya niha bi 4 mehan ji sedî 80 ketibû bin kontirola çekdarên brêxistina DAÎŞ’ê û wan bi sedan gundê derdora bajarê navborî girtibûn, lê bi berxwedaneke dîrokî û bêhempa ya girîla, pêşmerge, balafirên hevpeyman, destek kirina xelkê sivil û ragihandinan, doh (2015/1/26) Kobanê hat rizgar kirin.

\"24414.jpg\"

\"24415.jpg\"

\"24412.jpg\"

\"24416.jpg\"