Pirojeya çêkirina Nexweşxaneya Abdana piştî 5 salan bi na tevawî maye- Nîgar

13:46 - 24 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Pirojeya çêkirina nexweşxaneya bajarê Abdananê piştî 5 salan ji detpêkirinê, heya niha bi natevawî maye û çi pêşkevtinek bi xwe nedîtiye.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Sala 2007’an ji aliyê berpirsyarên Komara Îslamiya Îranê, berê çêkirina nexweşxaneyekê li bajarê Abdananê hat ragehandin,ku di heyamê du salan de tê tevaw kirin,lê piştî 5 salan ,hêj ev pirojeye bi natevawî maye.

Kêmtirxemî li çêkirina vê pirojê bi awayekê ye ku parlmantarê Abdananê li parlmantoya Komara Îslamiya ya Îranê heya niha çendîn car nerazîbûna xwe aniye ziman.

Bajarê Abdananê bi 55 hezar kes nifûsa xwe li 220 kîlomêtriya başûrê bajarê Îlamê cî girtiye û yek ji pirsgirêkên herî mezin yê bajar, nebûna nexweşxane û navendên dermanî li bajêr deye û heya niha bajêr tenê 1 nexweşxane heye ku xelkê bajêr jibo çareseriyê serdana vê dikin.

\"12181.jpg\"


\"12180.jpg\"


\"12182.jpg\"