Pîrejinek bi çeka nêçîrê hat kuştin

15:43 - 12 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Jineke 60 salî bi sedema nakokiyên navbera malbatê, ji riya gulle reşandina çekek nêçîrê ve hat qetil kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, pêrejinek ji şêniya gundê “Serdere” ê ser bi Şinoya rojhilatê Kurdistanê, bi çekeke nêçîrê ji mala xwe hat kuştin.

Peyamnêrê Kurdpa li Şinoya rojhilatê Kurdistanê, nasnameya wê jina hatî qetil kirin “Xedîce”ragihand.

jêdereke agah ji Şinoyê peyamnêrê Kurdpa re got : Ew pîrejin di gotegot li gel keçe xwe, ji aliyê keçe wê bi xwe ve hatiye kuştin.

Bûyer doh (11/2/2015’an) qewimî û termê jina 60 salî, demildest rakirin nexweşxaneya bajarê şinoyê.

Wê jêderê axaftina xwe doman û got: Keça jina mirî ku ji rûniştiya gundê “Mîrava”ê Şinoyê bû, piştî qetil kirina dayîka xwe, reviye û agahiyek ji cihê winda bûna wê bi dest neketiye.

Heya dema amade kirina vê nûçeyê, termê pîrejinê radestî malbata wê hehatiye kirin û lêkolîn li ser sedemên bûyerê didomin.