Pîranşar / mêrik nawsal li pirik de xwe dardakir û xwe kuşt

20:49 - 24 Tebax 2014
Ajansa Kurdap: mêrik 51 salî ji xelkêşarê Pîranşar, bi hegerik neron, hewla xwekujiyê da û li sedem de canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, welatiyik ji xelkê taxa Şehreka Ferhengiyana Pîranşar bi navê Fettah Elî Moradî, 51 salî, roja Înî, 31ê Gelawêj, 22 August 2014 de, kutayî bi jîna xwe anî.

Bi gotina serekaniyik agadar ji wê qewimiyê, Fettah Alî Moradî, ji pira Qelatê ya şarê Pîranşarê xwe darda kiriye û li sedem de canê xwe ji dest daye.

Her li vê rojê de jî(31ê Gelawêj), mêrik 46 salî ji xelkê gundê Qela Kevin ya dewera Feyzulla Begiya Seqizê, bi hegera pirsgirêkên malbatî, kutayî bi jîna xwe aniye.

Gorekî wan analîzên ku hatine kirin, şer ûşerê devkî tev hevjînê, pirsgirêkên malbatî, pirsgirêkên aborî, nexweşiyên fîzîkîû psîkolojîkî, tûş bûn bi narkozan û dujwariya riftar li nawbera jin û mêran de, hegerên sereke yên xwekujiya kesên ji 45 salî pitir temen heyî de û yê pitirin.

Bi pişt girêdan bi statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka demsala Havîna îsal heya niha(2 heyvên borî), 8 mêr li herêmên Kurdistaniyên Îranê de, bi hegerên curbicur, kutayî bi jîna xwe anîne û 2 mêrên din jî ku hewla xwekujiyê dabûn, li hewlên xwede serneketibûn.