Pîranşar / gaz girtin canê jinik Kurd jê sitand

12:54 - 25 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: jinik 23 salî ji Kurdên Pîranşar li sedem nefeskeşana gaza mono Oksîda Kerbon(Co) canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva Yekşem, jinik bi navê Yadigar, 23 salî, li pîranşar de li sedem gaz girtinê de canê xwe ji dest da.

Bi gotina serekaniyik agadar, Yadigar, 23 salî, keça Emîn ji xelkê şarê Serdeşt bûye ku li şeva 4ê Rêbendan, li Pîranşarê de li mala xwede li sedem nefeskêşan li nawa gaza Co, bûye qurbanî.

Bi pişrast kirin bi statîstîka rêxirava duxtêrên dadweriya parêzgeha Azerbaycan, li midê 10 heyvên despêka îsal de, 17 welatiyên Kurd li vê parêzgehê de li sedem nefes keşana gaza Co, canê xwe ji dest dane.

Gorekî vê statîstîkê, ji gelempera wan 17 kesan, 14 mêr û 3 jin bûne ku lisedem gaz girtinê de mirine.

Her wisa gorekî serekaniya hemen statîstîkê, jimara qurbaniyên gaz girtinê bi berewir kirin tev sala borî de , %13 zêde kiriye.