Piraniya binçakiriyên di parêzgeha Kirmaşanê de pirsgirêka bêkarbûyînê heye

20:55 - 28 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa kurdpa: Di heyama 9 mehên debazbûyî de,zêdeyî 15 hizar kesî di parêzgeha Kirmaşanê de hatine destbiserkirin. Lêkolîn îşarê bi vê dikin ku bêkarbûyîn dibe sedema rûdana tawanan.

li gor nûçeyên ku hatine balavkirin,bi sebeba cîbicînekirina sozên dewletê derheq pirsgirêka bêkarbûyînê di parêzgeha Kirmaşanê de,ji destpêka îsal ve di vê parêzgehê de 15 hizar û 818 kes hatine destbiserkirin ku ji wan, 13 hizar û 561 kes tawanê wan bi sebeba bêkariyê bûye.

Borzû Mihemedî cîgirê operasiyona Întizamî a parêzgeha Kirmaşanê ragehandiye,ji wan 15 hizar kesan, rêjeya %80 ev kes in ku tawan encam dane, û hatine destebiserkirin, û kesên bêkar bûne.

wî bepirsê operasiyona Întizamî a parêzgeha Kirmaşanê, tevî îşarekirina bi kêmbûna rêjeya sûçên wekî dizî,kuştin,şer û xiyanetê û …hwd di vê parêzgehê de, ragehanad ku rêjeya sûçan li çav sala debazbûyî gellekî kêm bûye.

li gor amara dawiyê ku nawenda amara Îranê belav kiriye,asta bêkariyê di parêzgeha Kirmaşanê de %20.3 e, ku ji aliyê bêkariyê di nav 31 parêzgehan de piştî parêzgeha Luristanê, bi nirxa bêkariya 21.8 di pileya duyem de ye.