PIRA “MIYANRAHAN”A KIRMAŞANÊ KAWIL DIBE

20:11 - 27 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Pira dîrokî a “Miyanrahan”a Kirmaşanê bi sedema xemsariya di metirsiya berpirsan, kawilbûnê de ye.

Li gor Nûçeyê Kurdpayê, ew pire ku dîroka wê vedigere ji bo serdemên 500 Salan beriya niha, bi egera hatin û çoyîna maşînan li serê û xemsariya berpirsan li hember wê çendê ve kawil dibe.

\"7190.jpg\"
Her wisa Idareya Rê û Banan li jêra pirê histûnên asinîn ji bo ku maşîn bi serî de derbaz bibin, li hev anîne lê Idareya Çandiya Parêzgeha Klirmaşanê çi nerazîtiyek li hember wê çendê nîşan nedaye.

Pira dîrokiya Miyanrahan dikeve ser rêya gundekî bi wê navê û li rex kêleka rêya Bêsutûn a Kirmaşanê ji bo Sunqurê.

Dirêjayiya wê pirê 47 Mîtr û 30 Santîmîtr û Paqnayiya wê jî 4 Mitr û 85 santîmitr e.