Pira dîrokaî a “Gamêşan”li halê linavçûnê deye

12:38 - 20 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Pira dîrokî a “Gamêşan” seva xemsarî û gohnedana karbidestên dewletî li bereberê linavçûnê deye.

Heyamek beriya niha nûçegihaniyên Îranî bilav kirin, Pira dîrokî a “Gamêşan”li hale nojenkirinê deye û di pêşerojek nêz de gerûk dikarin serdana wî cihê dîrokî bikin.

Nûçeya han li demekê deye ku nûçegihaniya “Mirata Civakî”li zimanê “Mîlad Windayî” kevnar nasê Îranî bilav kir,dîwarên pira han li çend cihan de tûşî xirabûnê hatine û dûr niye pira han li demek nêz de biherife.

Navbirî base vê yekê jî kir kû pêdiviye pira han ji aliyê Îdareya Mîrata Civakî a parêzgeha Îlamê bihê parastin û li egera li navçûnê pira han dive ew Îdareye berpirsyar be.

Dîroka çêkirina pira Gamêşan bo serdemê Sasaniyan wedigere û li ser çemê “Keşkan”a bajarê Dere Şehr a Îlamê hatiye çêkirin