Peyman Mîrzazade di dosyeke din de bi du sal hepis hate cezadan

20:17 - 11 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Taya 110 a dadgeha giştî ya bajarê Urmiyê, di dosyeke nû de, cezaya 2 sal hepsa te`izîrî bi ser wî hunermendê Kurd de sepand.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Peyman Mîrzazade, hunermendê Kurd yê ku di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de hepsiye, di dosyeke nû de bi Tohmeta “piropagende li dijî nizam û derbasbûna neyasayî li sînoran”, ji aliyê taya 110 a dadgeha giştî ya bajarê Urmiyê ve bi 2 sal hepsa te`izîrrî hate cezadan.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de, ew hunermendê Kurd du hefteyan berî niha bo taya 110 a dadgeha giştî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin, û bi tohmeta “piropagende li dijî nizam û derbasbûna neyasayî li sînoran” hatiye dadgehîkirin

Herwisa wê çavkaniya agehdar daye zanîn, roja Duşemî 20`ê Cozerdanê cezayê 2 sal hepsa te`izîrî di girtîgehê de ji navbirî re hatiye ragihandine.

roja Şemî 11`ê Reşemeha 1397`an “Pêyman Mîrzazade” li taya yek a dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, ji aliyê dadwer “Çabok”, bi tohmeta “encamdana çalakiyên bangeşeyî li dijî nizamê” bi du sal hepsa te`izîrî hatibû cezakirin û ew cezaya, roja Duşemî 13`ê Reşemeha 1397`an ji wî re hatibû ragihandibûn.

roja Duşemî 2`ê Reşemeha 1397`an, “Peyman Mîrzazade” kurê Nuredîn Mîrzazade û xelkê gundê Gengeçîna girêdayî devera Somaûbiradost a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Ew hûnermendê Kurd, bi tohmeta “gotina stranên şoreşgerî yên Kurdî”, hatibû desteserkirin û bo îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.