Peykerê helbestvanê Kurd “Wefayî” li bajarê Mihabadê hate çêkirin
20:45 - 11 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Hunermendekî peykertaş, peykerê helbastvanê navdar yê gelê Kurd “Wefayî” li bajarê Mihabadê çê kir.
Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, roja Şemiyê 10’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, hunermendekî xelkê bajarê Bokanê, peykerê Wefayî yê helbestvan, ku ji kevir hatiye çêkirin û bi qasê 3 metrî bilind e, li Sêrêyana Wefayî ya li bajarê Mihabadê çê kir.
Peykerê Wefayî ji aliyê hunermendê peykertaş “Rêbîn Heyderî” ve hatiye çêkirin.
Berê jî peykerê Mamosta Hêmin û Mamosta Hejar û herweha Mihemmed Qazî yê nivîskar û wergêrê Kurd jî, li bajarê Mihabadê hatine çêkirin.
Mîrza Ebdulrehîm Sablaxî, naskirî bi Wefayî, kurê Mela Xefûr, ji tayîfeya Mela Camî ye û sala 1844’an a Zayînî hatiye dinê û di sala 1902’an de jî, çûye ser dilovaniya xwe.
Wefayî yê navdar, pitir bi sedema helbestên kilasîk ên Kurdî û herweha Xezelên bisoz tê naskirin.