Pêyker tiraşek Kurd pileya doktoraya taybetî wergirt

15:11 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hadî Ziyaedînî hunermendê pêykrtiraşê Kurd yê xelkê bajarê Sinê şanaziyek dinê bidest xist.

Hadî Ziyaedînî di hevpeyvînek telefonî de bi ajansa kurdpa ragehand: Piştî 2 salan ji kar û lêkolîna navenda serokatiya hunerî ya Îranê li ser berhem û karên min yên hunerî, li encamp de pileya doktorayê pêşkeşî min kirin.

Hunermendê Kurd Hadî Ziyaedînî li ser berhema xwe ya dawîn li herêma Kurdistanê ragehnd: Heyamê 5 salan beriya niha biryar bû ez pêykerek 18’e mêtirî li ser Enfalê li Hewlêrê çêkim, lê heya niha karbidestên Herêma Kurdistanê girîngî bi wî karî nednane.

\"13845.jpg\"
Hadî Ziyaedînî، hunermendê pêykrtiraşê Kurd yê xelkê bajarê Sinê
Hadî Ziyaedînî li sala 1335’an ya rojî li bajarê Sinê ji dayîk bûye û sala 1356’an çûye pêymangeha hunerên bedew ya bajarê Tehranê û heya niha çendîn bingehên akadêmî yên nîgarkêşanê,pêykertiraşîne li Kurdistanê de lidarxistine.

Navbirî yek ji wan hunermendên xwedî şiyan û naskirî yê kurde ku li çend cûrên hunerî de û bi xasmanî pêkertiraşînê de berhemên binav û deng afirandine û pêkerên kesên wek “Mestûre Erdelan”çêkirine.