Peyda kirina termê welatiyekê li bajarê Urmiyê

13:56 - 9 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Termê Welatiyekê li nêzîk gundê “Tepûk” bi bêserûberî hat peyda kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Duşem berwar 8’ê Nîsan,termê welatiyekê bi awayek gelek bêserûber li nêzîk gundê “Tepûk”li ser rêya Nazlûyê bo Urmiyê hat peyda kirin.

Şahidekê ragehand: Termê wî kesî ji aliyê kes yan çend kesan hatiye bêserûber kirin û piraniya leşê vî ji aliyê heyvanên dirinde hatine xwarin.

heta dema bilav bûna nûçeyê çi zaniyariyek li ser sedema kuştin û nasnameya wî li berdest de nine.