Peyama Mihemed Sidîq Kebudwend li girtîgeha Êvînê: Dewletên Herêmê Gelê Kurd li Suriyê serbest bihêlin

16:12 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Roja Duşem berwar 23’ê Tîrmeh, berpirsê giştî yê Rêxistina berevanî ji Mafê Mirovan li Kurdistanê de li girtîgeha Êvîn ya bajarê Tehranê Peyamek bo Partî û Rêkxistinê Kurdî li Kurdistana Suriyê bilav kir.

Mihemed Sidîq Kebudwend ,jibilî nîşandana keyfxweşiya xwe û piştîwaniya ji civaka Kurdî li Kurdistana Suriyê jibo damezirandina herêmê Otonom li Suriyê de,perîşanî û dilgiraniya xwe li hember kuştin û xwînrêjiya vî welatî nîşan dide û daxwazê ji dewletên herêmê dike ku zext û giwaşên xwe li ser gelê kurd tevaw bikin û îznê bidin Kurd xwe qedera xwe diyarî bikin.

Nusxeyek ji vê nameyê ku gihîştiye destê Ajansa Kurdpa, ku em dê wek xwe li xwarê de bilav bikin.

Tevî destxweşî ji îrade û netirsiya çalakên siyasî û Sivîl û Partî û rêkxistinên Kurd jibo bidest xistina mafên gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê û tevî destxweşî û rêzgirtin ji wan jibo parastin ji aştiyê û parastina gelê Kurd li hember şerê navxwe û mal wêranker ku heyamê 2 salane li welatê suriyê berdewam e,biryara civaka siyasî ya wî welatî jibo ava kirina dewletek Otonom bo herêma Kurdistana Suriyê û bakûrê wî welatî bi gavek hevce û yasayî dizanim û bi piştewanî ji hêvî û xweziyên kevnar yên gelê Kurd jibo bidest xistina mafên demokratîk û xwestikên yasayî, keyfxweşî û havdiliya xwe li vê derheqê de didim zanîn.

Mixabin Civaka Kurdî li Suriyê bi salane ku bi qebul kirina gelek ferq û cûdahiyan û kêmasiyên siyasî, çandî,civakî, aburî û nebûna mafên destpêkî yên Şaromendiyê, tevlî gelek zolm , tepeserî,tundûtîjî û nebûna çi mafekê rûbirû bûne.

Ez Mihemed Sidîq Kebudewend girtiyê berevanker ji mafê Gelê Kurd ji aliyê xwe û Rêkxistina Berevanî ji Mafê Mirovan li Kurdistanê, tevî nîşandana dilgiraniya xwe ji doma şer û xwînrêjiya ku li Suriyê de berdewame,Dewleta niha û dijberên wan bi qebul kirin û nasîna mafên bingehîn û mafê hebûna otonomî û aştî xwaziya gelê Kurd û dawî anin bi Şer û parastina Mafê Mirovan gazî dikim û ji dewletên herêmê daxwazê dikim ku Gelê Kurd li Suriyê jibo bidest xistina mafên xwe serbest bihêlin.

Mihemed Sidîq Kebudwend
Tehran/Girtîgeha Êvîn
23’ê Tîrmeha 2013
31’ê Tîra 1392